Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evîna Mêjûyî

Autor: Kenan Subaşı
Jazyk: Arabic<br />English<br />Kurdish<br />Turkish
Rok vydání: 2023
Předmět:
Zdroj: Mukaddime, Vol 14, Iss 1, Pp 148-176 (2023)
Druh dokumentu: article
ISSN: 1309-6087
2459-0711
DOI: 10.19059/mukaddime.1243035
Popis: Destanên Evîna Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evîna mêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.
Databáze: Directory of Open Access Journals