Evînek û Du Mesnewî: Danberheveke Naverokî ya Leyla û Mecnûna Sewadî û Leylâ wû Mecnûna Fuzûlî

Autor: Şehmus Kurt
Jazyk: Arabic<br />English<br />Kurdish<br />Turkish
Rok vydání: 2023
Předmět:
Zdroj: Mukaddime, Vol 14, Iss 1, Pp 177-194 (2023)
Druh dokumentu: article
ISSN: 1309-6087
2459-0711
25133845
DOI: 10.19059/mukaddime.1241516
Popis: Çîroka bi navê Leyla û Mecnûn, ya ku di eslê xwe de çîrokeke gelêrî ye, ji aliyê gelek helbestkarên Rojhilata Naverast ve wek çîrokeke menzûm di qalibê mesnewiyê de hatiye vehonandin. Herçend beriya wî jî ev çîrok bi farisî hatibe hûnandîn jî Nîzamiyê Gencewî bi mesnewîya xwe ya bi navê Leyla û Mecnûnê ve ev çîrok li dinyayê navdar û berbelav kiriye. Ev çîroka navdar ji aliyê gelek hesbestkaran ve bi tirkî û kurdî jî wek mesnewî hatiye honandin. Heman çîrok ji aliyê Fuzûlî ve bi navê “Leyla wû Mecnûn” bi tirkî, û ji aliyê Sewadî ve jî bi navê “Leyla û Mecnûn” bi kurdî hatiye vehonandin. Di vê xebatê de em dê Leyla wû Mecnûna Fuzûlî û Leyla û Mecnûna Sewadî ji aliyê naverokê ve bidene ber hev û hewl bidin ku wekhevî û cudahiyên naverokî, lehengî û mijarî derbixin meydanê.
Databáze: Directory of Open Access Journals