GULZARA ŞÊX TAHIRÊ ŞOŞÎ: MESNEWÎYEKE XWESER A EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
Autor: | Abdurrahman Adak |
---|---|
Přispěvatelé: | Edebiyat Fakültesi |
Jazyk: | Kurdish |
Rok vydání: | 2020 |
Předmět: | |
Zdroj: | Volume: 12, Issue: 4 1506-1534 Şarkiyat |
ISSN: | 1308-9633 |
Popis: | Gulzara Şêx Tahirê Şoşî (k.d. 1962) mesnewîyeke dînî/tarîxî ya edebîyata Kurdî ye ku di sedsala XXem de hatîye nivîsîn. Dema em mesnewîyên hemû dîyalektên edebîyata Kurdî li ber çavan digirin, em dibînin ku vê kêlîyê Gulzara Şêx Tahirê Şoşî teqrîbî bi 14.000 beytan ji alîyê qewareyê ve di pileya herî bilind de ye. Mixabin ji ber ku nivîskarê wê di temenekî ciwan de çûye rehmetê beşa xatîmeyê jî di nav de qismek ji Gulzarê nehatîye nivîsîn. Hem dîbace hem jî beşa sereke ya mesnewîyê bi taybetî ji alîyê cureyên edebî ve gelekî dewlemend in. Bi qasî ku tê dîtin, dîbaceya Gulzarê digel Mem û Zîna Xanî û Rewdu'n-Ne‘îma Rûhî yek ji sê dîbaceyên herî girîng a edebîyata Kurmancî ye. Di gotarê de pêşî li ser mesnewînûsîya Kurdî, Şêx Tahirê Şoşî û Gulzara wî zanyarîyên giştî hatine dayîn. Piştre bi hûrgulî hêmanên avahîya derekî yên Gulzarê (qeware, kêş, tertîb û sernav) bi rêbazeke zanistî û bi awayekî berfireh hatine pêşkêşkirin, berawirdîya wan bi standarta mesnewîyên Farisî re hatîye kirin û bi vî awayî xweserîyên Gulzarê hatine tesbîtkirin. Gulzar of Sheikh Tahirê Shoshî (d. 1962) is a religious/historical masnawî of Kurdish literature written in the 20th century. When it comes to the masnawîs of all dialects of Kurdish literature, we see that Gulzar of Sheikh Tahirê Shoshî is the largest one with a volume of approximately 14,000 verses. Unfortunately, as the author passed away at a young age, a section of the book was not written, including part of “xatîme” . Both the preface and the main part of the masnawî are very rich especially in terms of the literary genres. As can be seen, Gulzar's introduction along with Xanî’s Mem û Zîn and Rûhî’s Rewdu'n-Ne‘îm is one of the three most important introductions of Kurmanji literature. The article first focuses on Kurdish masnawîs, Sheikh Tahirê Shoshî and his Gulzar in general. Then the details of the external structure of Gulzar (size, shape, order and title) are presented in a scientific and comprehensive way, their comparison with the standard of Persian masnawîs and thus the autonomy of Gulzar is determined. |
Databáze: | OpenAIRE |
Externí odkaz: |